Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû

Di komxebateke jinan de li Qamişloyê gelek pêşniyar hatin kirin ku teqezî bi rola jinan, mafên wan di destûra Sûriyeyê de, nûnertiya wan a siyasî û rêveberî di diyalogê de, hate kirin.

Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
Siberoja jinan û mafên wan li Sûriyeyê rojeva komxebateke jinan bû
24 kanûn, 2024   16:18
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo ku plansaziyekê deyne, rola jinan di destûra Sûriyeyê de nîqaş bike, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek li dar xist.

Rêxistin û komeleyên jinan, Desteya Jin, Kongra Star, kesayetên serbixwe, çalakvan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), saziyên hiqûqî yên jinan li Navenda El Birc a Qamişloyê tev li komxebatê bûn.

Meclisa Jinan ji lidarxistina komxebatê armanc dike ku nêrîn û pêşniyarên jinan bigire û bike plansazî.

Endama Komîteya Têkiliyan û Hevalbendiya Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed axivî û îşaret bi xetereyên li ser jinan kir û got divê destkeftiyên jinan û tevlêbûna wan di birêvebirina Sûriyeyê de ber bi pergaleke demokratîk ve bê parastin.

Rûken Ehmed bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên dagirkirî û got li dijî jinan rojane sûcên dermirovî tên kirin.

Her wiha Rûken banga xurtkirina tevna civakî kir û got: "Metirsî hene ku pergala desthilatê li Sûriyeyê bibe îslamî, behsa polîsên exlaq dikin, gelek bûyer çêbûne ku ji jinan hatiye xwestin ku bikevin hîcabê. Lewma divê em hewl bidin dewleteke pirreng a nenavendî ava bikin."

Rûkenê got di vê pêvajoyê de û ji bo parastina destkeftiyên jinan, hevgirtin lazim e û projeya Rêveberiya Xweser ji bo jinên sûriyeyî hêvî ye.

Piştî nîqaşkirina mijarên komxebatê, jinan nêrînên xwe der bare rêbaza tevlêbûna jinan di Sûriyeyê de parve kirin.

Li gorî pêşniyaran, divê hêzeke jinan hebe ku bikare mafên wan biparêze û azad be, divê hevpeymaneke siyasî ya jinan hebe ku bikarin bi rêya wê diyalogê bi hikumetê re bikin, divê lêvegereke jinan hebe, nexşerêyek bê danîn û li hevpeymanê zêde bikin, ji bo ku jinan û mafên wan biparêzin. Divê piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bê kirin.

Her wiha jinan bang kir ku her du zayend nûnertiya xwe di Sûriyeya pirreng a nenavendî de bikin û her yek ji wan rola xwe bilîze. Divê jin têkiliyê bi jinên sûriyeyî re çêkin, divê mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bên parastin. Divê rê li pêşiya şer û nîjadperestiyê bê girtin.

Têkoşîna li dijî tundiyê, çalakirina rola Meclisa Jinan a Sûriyeyê li tevahî bajarên Sûriyeyê, avakirina komîteya lêpirsînê û windahiyan, vekirina nivîsgehên jinan, belgekirina sûcên di girtîgehên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û hesab ji sûcdaran bê pirsîn, divê zîhniyeta baviksalar a ku jinan bi hinceta "namûsê" dikuje, bê guhertin, divê partiyeke jinan li ser asta Sûriyeyê bê avakirin û cihê xwe di dan û standinên bê de bigire.

(şx)

ANHA