Têkildarî helandina tevahî komên çekdar lihevkirin

Rêveberiya Giştî ya Sûriyeya Nû daxuyand ku Ehmed El Şeri bi rêveberên komên çekdar re li hev kir ku tevahî kom werin helendanin û tev li Wezareta Parastinê bin.

Têkildarî helandina tevahî komên çekdar lihevkirin
24 kanûn, 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Sûriyeya Nû li ser malpera xwe ya Telegramˋê daxuyand ku Ehmed El Şeri bi gelek rêveberên komên çekdar re civiya û şêweyê saziya leşkerî li Sûriyeya nû nîqaş kir.

El Şeri di dawiya hefteya borî de bi rêveberên komên çekdar re li ser hûrgiliyên artêşa nû li Sûriyeyê nîqaş kiribû. El Şeri, piştî ketina rejîma Beşar Esed, dest bi avakirina hikumeta xwe ya yekemîn kir, Esed Hesen El Şîbanî ji bo wezîrê karên derve yê hikumeta demkî erkdar kir. her wiha ji bo wezîrê parastinê jî Ebû Qesre ku bi nav Ebû Hesen El Hemewî tê naskirin erkdar kir û Ezam Xerîb jî ku bi navê Ebû El Iz Seraqib tê naskirin weke parêzgerê Helebê erkdar kir.

(fr)