Li Babê erebeyek hat teqandin

Li bajarê Babê yê gundewarên rojhilatê Helebê bombeyek di erebeyekê de hatibû bicihkirin, teqiya.

Li Babê erebeyek hat teqandin
14 hezîran, 2026   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku teqîn li nêzî mizgefta El Nesir a nêzî çerxerêya Senter a bajarê Babê yê gundewarên rojhilatê Helebê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de birîndar hene.

Li gorî çavkaniyan, bombe di erebeyeke fermandarekî wezareta parastinê de hatibû bicihkirin, teqiya.

Lêkolîn der barê bûyerê de dewam dike.

(bb)