Zanîngeha Kobanê û Navenda Kurdî ya Lêkolînan peymana hevkariyê îmze kirin

Zanîngeha Kobanê û Navend Kurdî ya Lêkolînan li bajarê Bochumê yê Almanyayê peymana tevekariyê ya xebata akademîk û lêkolînan îmze kir.

Zanîngeha Kobanê û Navenda Kurdî ya Lêkolînan peymana hevkariyê îmze kirin
14 hezîran, 2026   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewildanên  berfirehkirina hevkariya akademîk û pevguhertina pisporî û zanistî de, Zanîngeha Kobanê îro li bajarê Bochum ê Almanyayê peymanek hevkariya akademîk û lêkolînê ya hevbeş bi Navend Kurdî ya Lêkolînan re îmze kir.

Li gorî peymanê, her du alî dê bibin hevkarê amadekirina lêkolînên hevbeş, lidarxistina panel, kongre û komxebatên zanistî ji bo baştirkirina kalîteya berhemên zanistî û pêşxistina lêkolînê.

Nûnerên Zanîngeha Kobanî û Navend Kurdî ya Lêkolînan dema îmzekirinê bal kişandin li ser girîngiya vê peymanê di avakirina pirên hebgihîn û hevkariyê di navbera saziyên akademîk û navendên lêkolînê de.

(k)