Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e

Navendên wergirtina genim xebatên wergirtina genim ji cotkaran berdewam dikin. Navendên kantona Cizîrê heta niha 4 hezar ton wergirtine û navendên kantona Firatê jî rojane nêzîkî 500 ton genim werdigirin.

Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
Li Firat û Cizîrê wergirtina genim berdewam e
10 hezîran, 2025   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendên wergirtina genim ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtina genim ji cotkaran berdewam dikin. Li gorî ofîsa ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdaniyê, navendên Til Hecer û Sebah El Xêr li kantona Cezîrê ji destpêka meha Hezîranê ve nêzîkî 4 hezar ton genim wergirtine.

Ev navend rojane ji saet 07:00`an heta 18:00’an piştî nîvro vekirî ne û li gorî plana ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya cotkaran amade kiriye, dixetibin.

Li kantona Cizîrê 10 navendên wergirtina genim hene, ku li deverên sereke yên çandiniyê hatine belavkirin ji bo hêsankirina wergirtinê û sivikkirina barê cotkaran.

KOBANÎ

Her wiha navendên wergirtina genim ên gundê Rovî yê başûrê bajarê Kobanê û bajarê Celebiyê yê kantona Firatê di 2’yê Hezîranê de dest bi wergirtina genim ji cotkaran kirin.

Têkildarî pêvajoya wergirtina genim a li navenda gundê Rovî, karkerê bi navê Mihemed Bîlal got, "Li navendê 30 karker dixebitin û rojane nêzî 500 ton genim tê wergirtin. Tevî zehmetiyan jî em dixebitin in ku kar bi awayekî baş pêk bînin."

Berpirsê embara genim Elî Daban jî diyar kir ku ew rojane 500 heya 600 ton genim werdigirtin. Daban got heya ku genim heye ew ê xebatên wergirtinê dewam bikin.

(k)

ANHA