Li Amûdê xwendekar û malbatên wan çalakî kir

Li Qada Şehîd Cîhad a li bajarê Amûdê, xwendekar û malbatên wan bi çalakiyekê daxwaza misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî kir.

Li Amûdê xwendekar û malbatên wan çalakî kir
Li Amûdê xwendekar û malbatên wan çalakî kir
Li Amûdê xwendekar û malbatên wan çalakî kir
Li Amûdê xwendekar û malbatên wan çalakî kir
4 mijdar, 2026   14:14
QAMIŞLO

Xwendekar û malbatên wan li Qada Şehîd Cîhad a li bajarê Amûdê ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê dayikê û misogerkirina mafê nifşê heyî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, çalakiyek protestokirinê li dar xist.

Çalakvanan pankartên der barê girêdana wan a bi zimanê dayikê û redkirina wan ji biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî zimanê kurdî rakiribûn.

Di çalakiyê de mamosteyê wêjeya kurdî Beşîr Mele Newaf axivî û diyar kir ku ji ber dayîna berdêlên mezin ji bo parastina zimanê kurdî niha daxwaz tên kirin, divê zimanê kurdî bê naskirin û di destûrê de wekî zimaneke fermî were bicihkirin.

Çalakiya protestokirinê bi berzkirina sloganên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

(sb)

ANHA