Gerînedeyê Weqfeya Olî: Dê entegre qonax bi qonax bi rê ve biçe

Di çarçoveya nîqaşa têkildarî mekanîzmaya entegrasyona Weqfeya Olî ya Parêzgeha Hesekê de, li bajarê Girkê Legê civînek hat lidarxistin. Di civînê de hat destnîşankirin ku dê pêvajoya entegreyê qonax bi qonax bi rê ve biçe.

Gerînedeyê Weqfeya Olî: Dê entegre qonax bi qonax bi rê ve biçe
Gerînedeyê Weqfeya Olî: Dê entegre qonax bi qonax bi rê ve biçe
Gerînedeyê Weqfeya Olî: Dê entegre qonax bi qonax bi rê ve biçe
Gerînedeyê Weqfeya Olî: Dê entegre qonax bi qonax bi rê ve biçe
Gerînedeyê Weqfeya Olî: Dê entegre qonax bi qonax bi rê ve biçe
4 mijdar, 2026   14:07
QAMIŞLO

Gerînendetiya Weqfeya Olî ya Hesekê-Beşa Dêrikê, li bajarê Girkê Legê bi amadebûna şêx û melayan ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya entegreya Weqfeya Olî ya Hesekê û Weqfeya Olî ya Sûriyeyê, zelalkirina qonaxa bê û rêkarên girêdayî entegreyê civînek organîze kir.

Piştî ku civîn dest pê kir, gerînedeyê Weqfeya Olî ya Parêzgeha Hesekê Mazin Harûnî axivî, bal kişand ser girîngiya parastina biratî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de, da zanîn ku şêniyên herêma Cizîrê tevî êrişên DAIŞ`ê yên li dijî herêmên, li ser esasê biryartî û hezkirinê jiyan kirin, girêdana wan a bi hezkirin û biratiyê heta niha ma.

Harûnî diyar kir ku hinek alî hene fitneyê di navbera misilmanan de derdixin, divê ji bo rêgirtina ber fitneyê, hevgirtin û sekina di yek refê de hebe, Îslam ola hezkirin, efûkirin û hevkariyê ye, divê Sûriyeyê jî bibe cihê hemû pêkhate û olên ku lê dimînin.

Der barê pêvajoya entegrasyonê de, Harûnî destnîşan kir ku Kongra Îslama Demokratîk wê xebatên xwe wekî saziyeke zanistî û lêkolîner bidomîne, kar û barê weqfeyan, mizgeft û meleyan wê girêdayî aliyên peywendîdar ên di nava Weqfeya Olî ya Sûriyeyê de be.

Mazin Harûnî diyar kir ku wê xebatên entegrasyonê wê qonax bi qonax bi parastina domandina xebatê berdewam bike, dê hemû karmend li cihê ku lê ne bêyî guhertin xebatên xwe bidomînin.

(sb)

ANHA