Însiyatîfa Gel a Girkê Legê êrişên li dijî xwendekarên şermezar kirin

Însiyatîfa Gel a Girkê Legê êrişên li dijî xwendekaran ên li bajarê Hesekê şermezar kirin û daxwaza hesabpirsîna ji berpirsyaran kir.

Însiyatîfa Gel a Girkê Legê êrişên li dijî xwendekarên şermezar kirin
4 mijdar, 2026   14:18
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Girkê Legê îro daxuyaniyek da û gef û êrişên li dijî xwendekaran ên li Hesekê şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya meclisa bajêr ji hêla hevserokê ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajêr Îdrîs Mela Şerîf ve hate xwendin.

Di daxuyniyê de hat gotin: “Em bi tundî gef û êrişên li dijî xwendekaran ji ber ku mafê xwe yê rewa yê perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin şermezar dikin. Em van pêkanînan wekî binpêkirina mafên wan û hewldanek ji bo tirsandina wan û dûrxistina wan ji daxwaza mafên xwe dibînin.”

Di daxuyaniyê de ji hikumeta veguhêz, parêzgarê Hesekê û rayedarên ewlehiyê hat xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dawî li van gef û êrişan bînin, berpirsyaran bidarizînin û xwendekaran û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê biparêzin.

(k)

ANHA