Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin

Mala Ezidiyan a kantona Cizîrê û şêniyên Amûdê 60 koçberên ji Şehba û Til Rifatê pêşwazî kirin.

Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
Li Amûdê 60 koçber hatin pêşwazîkirin
4 kanûn, 2024   15:35
QAMIŞLO

Pêşwazîkirina koçberên ji Şehba û Til Rifetê ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome. Şêniyên Amûdê û Mala Ezidiyan jî ji bo pêşwazîkirina koçberan ev 3 roj e di nav amadekariyan de ne. Şênî ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî û bicihkirina koçberan seferber bûne.

Îro 14 malbat (60 koçber) ji Şehba û Til Rifetê li gundê Qizalçox ê Amûdê ji aliyê şêniyan ve hatin pêşwazîkirin.

Mala Ezidiyan bi 10 erebeyan 60 koçberan duh ji Tebqayê gihandibûn Hesekê û îro jî gihaştin gundê Qizalçox.

Şêniyan koçber li malên vala yên li gundan hatibûn amedekirin, bi cih kirin û her wiha hinek li malên welatiyan hatin bicihkirin.

Hevserokê Mala Ezidiyan Îsmaîl Delef der barê pêşwazîkirina koçberan de ji ajansa me re axivî û got di nava civaka êzidî de komîteyên alîkariyê amade kirine û got: “Gel bi moraleke mezin bi erkên xwe radibe. Ev cihê spasiyê ye.”

Îsmaîl Delef diyar kir ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Şehba û Til Rifetê komîteyek ji Mala Ezidiyan û Yekitiya Ezidiyên Sûriyeyê ava kirine. Delef destnîşan kir ku endamên komîte beriya 3 rojan ji bo pêşwazîkirina koçberan çûne Tebqayê û got: “Koçber şevekê li Tebqayê man, paşê bi karwanan berê wan dan Hesekê. Em ê gelê xwe yê koçber li gundên êzidiyan belav bikin.”

120 KOÇBERÊN DIN DÊ BÊN PÊŞWAZÎKIRIN

“Em ê êşên xwe bi hev re bipêçin.” Bi van gotinan Delef diyar kir ku bi her awayekî di nava têkoşînê de ne û got: “Îro em ê 60 kesî li vir bi cih bikin, paşê dîsa berê xwe bidin Hesekê, 120 koçberên din bînin û li gundewarên Hesekê bi cih bikin. Bi berxwedan û hevgirtinê em ê li pêşiya fermanan rê bigirin.”

ANHA