Şêx û rûspiyên êlan koçkirina bi darê zorê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Şêx û rûspiyên kantona Cizîrê koçberkirina bi darê zorê ya xelkê gundewarên Efrîn, Şehba û Helebê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Şêx û rûspiyên êlan koçkirina bi darê zorê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Şêx û rûspiyên êlan koçkirina bi darê zorê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
4 kanûn, 2024   15:33
HESEKÊ

Rûspî û şêxên êlên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kirin. Daxuyanî li Hesekê ji aliyê şêwirmendê êla Cebûrî Ekrem Mehşûş ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de li ser navê gelê Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê hate şermezarkirin û wiha dewam kir: “Em ê her tim bang li cîhanê û mirovên xwedî wijdan, rêxistinên mafên mirovan û saziyên navnetewî bikin, ji bo rawestandina vê destdirêjiyê û darizandina kesên ku koçberan ji kampên koçberiyê dîse koçber dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku li kêleka hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin, ku di hemû qonaxên şoreşê de bûne parêzvan, rizgarker û bervanên ax û namûs û nirxan. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû hêzên ku bi lehengî li dijî êrişên dagirkeran û çeteyên wan radiwestin.

Daxuyaniyê peyamek da koçberên ji Efrîn û Şehbayê û hate gotin: “Em bi hemû vîn, biryadarî û derfetên xwe li gel we ne û em ê di vê rewşa koçberiyê de bi we re bin.”

Rûspî û şêxên êlan di dawiya daxuyaniya xwe de silav li "gelê berxwedêr, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê û hemû kesên ku ji bo parastina gel û rêveberiyê dixebitin" kir.

(k)

hesekê

amûdê