Gelê Bakûr ji bo Rojava li ser sînor e

Gelê Bakûrê Kurdistanê, li gel parlamenter û rêveberên saziyan li ser sînorê Rojava êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan da.

Gelê Bakûr ji bo Rojava li ser sînor e
4 kanûn, 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi armanca bertekên li dijî êrîşên hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye destekê dide wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meş li dar xistin û zincîra mirovan ava kirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi beşdariya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê  daxuyaniyeke çapemeniyê dide.

Girseyê pankarta “Do DAIŞ îro HTŞ, wê Rojava nekeve” vekir.

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Rojhilata Navîn bûye guloka agir û wiha got: “HTŞ rêxistina ku DAIŞê ku navê xwe guhertiye ye. Li Rojava jiyanek heye. Bi milyonan mirov di bin pergala xwe ya wekhev de dijîn. Lê îktîdara Tirkiyeyê wir wekî dijmin dibîne û bi pênaseya terorê siyasetê pêş dixe. Li aliyekî dibêje kurd xwişk û birayên me ne. Li aliyê din kurdên pirsûsê û Kobaneyê cuda dike. Kurdên Efrîn û Mêrdînê cuda dikin. Ziman, çand û xwîna wan yek e. Li aliyekî êrîşî kurdên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, li aliyê din ji bo Kurdên bakur bibêjin em xwîş û birayê hev in. Wisa nabe. Rêya aştiyê ewe ku divê dest ji dijminantiya Kurdan berdin. Rêya  aştiyê divê çeka xwe ji ser Kurdan bikişînin. Divê Kurdan bi nasnameya wan qebûl bike. Ji niha û şûnde em ê ji bo jiyanek wekhev, aştî û demokratîk têbikoşin. Ew çeteyên ku li wir tûra davêjin ji bo tu kesî sûdê nade. Hûn Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Asûrî û miletên din dixin xeteriyê. Şerê ku îro li Sûriyeyê pêş dikeve hemû kesan eleqeder dike. Hemû gelên tirkiyeyê tehdit dike.

Li vir her qurişê ku hûn didin çeteyan, zerarê dide welatiyên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê cihê ku em lê disekinin aştî û pergala demokratîk e.

Gelê Kurd, li Tirkiye û Sûriye bi hevre têdikoşe. Têkoşîna hevpar rêgeza me ya sereke ye. Em ê li dijî kesên ku me ji hev qut dikin, em ê têkoşîna hevpar mezin bikin. Ez li ser sînorê Pirsûsê bang dikim. We gelê Pirsûs û Kobanê ji hev qut nekir, hûnê nikarin ji hev qut bikin. Em di tekoşîna xwe de ji dil in.

Em bi hevre ne. Em bi hevre ne.

Em ê di pêşengiya Jinan de zincîra mirovan ava bikin û em ê peyama xwe bidin.”

Piştî axaftinan endam û rêveberên DBP, DEM Partî, TJA û saziyên civakî di pêşengiya TJAyê de li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zincîra mirovan nava kirin.