Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 22 kes mirin

Li eyaleta Maine ya Amerîkayê, duh êrişek çekdarî pêk hat û di encamê de herî kêm 22 kes mir.

Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 22 kes mirin
26 cotmeh, 2023   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li devera Lewîston a eyaleta Maine ya Amerîkayê, êrişek çekdarî pêk hat û di encamê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrişkarê bi navê Robert R. Card (40) bi dirêjiya şevê li kolanên herêmê geriya  ye û kesên derdor gulebaran kiriye.

Hêjayî gotinêye par li heman eyaletê bi heman awayî êrişek çekdarî rû dabû û encamê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dabû.