Li Amarayê agirê Newrozê hate pêxistin

Li Amara ya navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate vêxistin.

Li Amarayê agirê Newrozê hate pêxistin
11 adar, 2026   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rihayê agirê ewilî yê Newrozê li Taxa Amara ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, hate pêxistin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê pêşengî ji şahiyê re kir û gelek ciwan beşdar bûn. Di şahiyê de govend hate gerandin, stran hatin gotin.

Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu bi Kurdî, Kerem Bilgîn jî bi Tirkî axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola azadî û berxwedanê ye û hate diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina civaka demokratîk wê têkoşîn bidome.

Piştî axaftinan li mala ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate vêxistin. Şahî bi gerandina govendê, stran û helbestan bi dawî bû.