Goreke olî li gundewarê Laziqiyê hate kolan

Li gundewarê Laziqiyê êrişek li goreke olî hat kirin û gor hate kolan. Li hemberî vê bûyerê şêniyên herêmê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Goreke olî li gundewarê Laziqiyê hate kolan
11 adar, 2026   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Demsrxo yê li gundewarê Laziqiyê 2 kesên nensas goreke olî kolan, ev bûyer bû sedema hêrsa şêniyan. 

Li gorî şêniyên deverê ragihandin ev bûyer yek ji rêze bûyerên ku li dijî cihên olî û tabet têne kirin, di heman çarçoveyê de pirs û guman derdikevin ku çima sînorek ji van sûc û kiriyaran nayê danîn yan jî berpirsiyar werin darzandin.

Şêniyan piştrast kirin ku ev cihên olî bi vî regnî ji bo wan semboleke olî û rûhiye, her êrişek li ser van cihan tê wateya êriş li ser hest û rûmeta wan.

(ac/h)

ANHA