Li Almaniya êrişa bi kêran: Birîndar hene

Li Mannheimê êrişkarekî bi kêrê êrişî mitînga tevgera Pax Europa a dijberê Îslamê kir.  Êrişkar jî di nav de 7 kes birîndar bûn.

Li Almaniya êrişa bi kêran: Birîndar hene
31 gulan, 2024   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Mannheim ê Almanyayê êrişkarekî bi kêrê êrişî mitînga tevgera Pax Europa ya dijberî Îslamê kir û 6 kes birîndar kir.

Polîs kiryarê kur hat diyarkirin Efxanî ye bi giranî birîndar kir. Mifetişên têkoşîna bi terorê re dest danîn ser bûyerê.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku di êrişê de 5 endamên Pax Europa û polîsek birîndar bûye. Hate hînbûn ku birîdaran rakirine nexweşxaneyê û hinek ji wan jî bi lezgîn kirine emeliyatê.

Tê diyarkirin ku endamê rêveberiya Pax Europa Michael Sturzenberger jî di nava birîndaran de ye.

Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser diyar kir ku dibe ku sedema êrişê piroletiya olî û siyasî be.

Şaredarê Mannheimê Christian Specht jî bûyerê weke êrişeke “terorîst” bi nav kir.

Lê Wezîrê Karên Hundir ê herêma Baden-wurttemberg ku Mannheim lê ye, got hin zû ye ku derbarê bûyerê de spekûlasyon bên kirin.