Li Afganistanê ji ber lehiyan 20 kes mirin

Li eyaleta Nuristan a Afganistanê di encama lehiyan de 20 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kes winda ne.

Li Afganistanê ji ber lehiyan 20 kes mirin
20 tîrmeh, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêvebirina Karesatan a Afganistanê îro ragihand ku di encama lehiyên ku li eyaleta Nuristanê ya li bakurê rojhilatê welat rû dane de herî kêm 20 kes mirine û zêdetirî 80 kes jî birîndar bûne, her wiha  zêdetirî 100 kes winda ne.

Desteyê daxuyaniyek li ser X‘ê weşand û diyar kir ku 20 cenaze hatin rakirin û da zanîn ku qurbanî li bajarê Baron (paytexta eyaletê) û deverên din ên li nêzî sînorê Pakistanê hatine tomarkirin.

Rêveberê Rêxistina Şibûl Aşiqallah Safî jî agahî dane AFP‘ê û got, lehiyan şaredarî bi temamî wêran kir û bi dehan dikanan û cihên din zerar bûn.

(bb)