Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn

Saziya Cizûr ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê çalakiyeke hunerî (Koral) li dar xist.

Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn
Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn
Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn
Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn
Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn
Bi çalakiyeke hunerî qurbaniyên Siwêdayê bi bîr anîn
20 tîrmeh, 2026   21:46
SIWÊDA

Saziya Cizûr bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê çalakiyeke hunerî (Koral) li dar xist.

Çalakî bi beşdariyeke mezin a muzîkjen, rewşenbîr, malbatên qurbaniyan û hejmarek kesên ku eleqeyê didin kar û barên çandî û mirovî pêk hat.

Berpirsa birêxistinkirina vê çalakiyê Rîham El Şîban diyar kir ku ev çalakî bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatiye lidarxistin. Rîhamê destnîşan kir ku vegera Koralê piştî qutbûna 5 salan peyama berxwedan û wefadariyê hildigire û armanc dike ku dengê xelkê Siwêdayê û piştevanên wê ragihîne.

Berpirsa ofîsa ragihandinê ya Saziya Cizûr Dana Ebû Fexir jî diyar kir ku stranên Koralê bi taybetî ji bo girtî, kesên winda, qurbanî û şervanan hatine veqetandin.

Koçbera bi navê Xinwa Ebû Hesûn jî got, Koral êş û hêviyan îfade dike. Her wiha îşaret pê kir ku huner amûra mirovî ya parastina bîra civakê û xurtkirina hevgirtinê ye.

Beşdaran eleqeyek mezin da hunerê koma Koralê.

(bb)