Li 8 navendan çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê

Li 8 navendên kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

16 ÇILE, 2024   16:05
QAMIŞLO

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li kantona Cizîrê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Li cihên ku hatine hedefkirin jî kon hatin vedan.

DÊRIK

Însiyatîfa Gel a Dêrikê li ber Stasyona Girzîrê ya li herêma Koçeratê kon veda û çalakî hat lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl û yên xizmetê, her wiha bi dehan şênî herikîn bin kon.

Hevserokê Meclisa Dêrikê Mehmûd Kalê axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku êriş rewşa welatiyan aloztir dikin û armanc jê ew e ku şêniyan bidin koçberkirin.

Kalê anî ziman ku dê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û got: "Berdêl çi dibe bila bibe em dev ji ax û dîroka xwe bernadin."

Endama Kongra Star Sûad Şawîş jî berxwedan û hevgirtina şêniyan a li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk silav kir.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeya Girkê Legê jî kon li ber navenda çandê ya li bajarokê Rimêlan veda û di bin kon de çalakî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama Meclisa Navçeya Girkê Legê Esma Mûrad bal kişand ser girêdana şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xaka xwe ve.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl jî got: "Em teslîm nabin. Serekftin dê para me be."

ÇILAXA

Bi haman armancê şêniyên navçeya Çilaxa kon li ber avahiya Saziya Ceyranê veda.

Di çalakiyê de endamê PYD’ê Sirûr Şetê axivî û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike me tune bike. Li hemberî van êrişan israra me ya têkoşîna li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî zêdetir dibe."

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê Elî Kêrê helwesta navneteweyî rexne kir. Endamê Komîna Şehîd Nesrîn Mihemed Hemîd jî got dê li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

TIRESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî çalakiyek li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeyê hat lidarxistin. Di çalakiyên de dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan qirkirina gel e. Îbrahîm bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan rexne kir.

Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Necah Qeso jî banga piştevaniya bi QSD’ê re û parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir.

Piştre girseya gel berê xwe da Gerînendeya Çandiniyê û Dîwana Edaleta Civakî. Li ber her du saziyan axaftin hatin kirin. Rêveberê Dîwana Edaleta Civakî ya Tirbespiyê Ebdî Xelef axivî û got: "Dagirker dixwazin me qir bikin û sûcên şer li dijî me dikin."

Ebdî Xelef berxwedana gerîla silav kir û li dijî dagirker û çeteyan banga hevgirtinê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê jî kon ji aliyê Însiyatîfa Gel ve li ber firina li taxa Sînaa hat vedan. Ji saetên destpêkê yên sibehê ve şênî bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker herikîn bin kon.

Endamê însiyatîfê Silêman Ereb berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê silav kir û got: "Ji bo parastinê em xwe naspêrin tu kesî, bi hedefkirina binesaziyê îradeya me naşikê."

Endama Kongra Star Şemsîxan Gulo got êriş îradeya wan naşikînin û wiha domand: "Bi pêşengiya jinan û bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê heta dilopa dawîn a xwînê li hemberî êrişên qirkirinê bisekinin û hesab ji xayînan bipirsin."

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî kon li Qada Jina Azad hat vedan. Şêniyên navçeyê û bajarokên girêdayî wê, dîsa endamên saziyan û meclisên sivîl beşdarî çalakiya kon bûn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf li dijî êrişan banga hevgirtin, berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Hevseroka Komîna Şehîd Rêzan a navçeya Leyla Silêman axivî û diyar kir ku êriş û siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker dê bi fedakariyên şêniyan û hevgirtina pêkhateyan têk biçin.

TIL HEMÎS

Li Til Hemîsê jî bi meşekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Meş li Çerxerêya Sewami dest pê kir û li deketiyê bakur ê ketina navçeyê rawestiya. Piştre endamê PYD’ê Ebduselam Casim axivî û xwest hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn.

Rêvebera Kongra Star a Til Hemîsê Fereh Şiwêş jî axivî û got: "Dagirker bi êrişan armanc dike îradeya welatiyan bişkîne û baweriya wan a bi pêkanîna azadiyê têk bibe. Lê armancên wê pêk nayê, ji ber ku têkoşîna me berdewam dike."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Ebawî û rêveberê meclisa navçeyê Heyal El Xiweyîr li dijî êrişan banga hevgirtin û piştevaniya bi hêzên leşkerî re kir.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê jî meşek hat lidarxistin. Meşê ji Çerxerêya Dele dest pê kir û dirûşmên "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.

Li ber avahiya Şaredariya Gel deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê PYD’ê Zahid El Eswed axivî û got çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê berdewam bikin ta serekftin were mîsogerkirin.

Endama Kongra Star Delal Şiblî li dijî siyasetên qirkirinê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb)

ANHA