Li Hemayê cenazeyê mêrekî hat dîtin

Li bajarokê Saqiye Necim ê li rojavayê Hemayê cenazeyê mêrekî hate dîtin. Ji şûnên li ser cenazeyê xuya dibe ku bi amûrekî tûj ji serê xwe hatiye kuştin.

Li Hemayê cenazeyê mêrekî hat dîtin
16 ÇILE, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarokê Saqiye Necim, cenazeyê welatiyekî 60 salî li başûrê bajarokê li rojavayê Hemayê dît.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li ser cenaze şûnên amûreke tûj hene. Cenaze birin nexweşxaneya bajarê Siqelebiye lê detayên din ên bûyerê nehatin zanîn.

Li gel tevliheviya ewlehiyê û belavbûna çekan di nava welatiyan de, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûcan zêdetir dibe.

(şx)