KNK: Kurd bi yekgirtiyê wê planên dagirkeran vale derxînin

Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) li ser êrişên duh bi şev ên li ser Hewlêrê daxuyaniyek da û got: “Em daxwaz ji civaka navdewletî û hêzên  hevpeyman dikîn sinorek li pêş van êrişan daynin.”

KNK: Kurd bi yekgirtiyê wê planên dagirkeran vale derxînin
16 ÇILE, 2024   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK’ê di derbarê êrişên duh bi şev ku ji aliyê rejîma Îranê ve li ser Hewlêrê pêkhatin de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Li Bakur û Rojhilat siyaseta înkar û bişavtinê, li Rojava û Başûr jî plana ji holê rakirina xweseriya Rojava û statûya Herêma Kurdistanê birêve dibin. Divê çarçoveyê de dewleta Tirk û Îranê rojane êriş û dagirkeriya xwe berdewam dikin. Şeva borî gelek caran rejîma Îranê bi mûşeakn êrişî paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê kir û di encama êrişan de sivîl bûn qurbanî.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin, wek KNK ew hemû cûre êrişên li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê şermezar dikin. KNK’ê got: “Mixabin desthilata Herêmê temamkerê planên dewletên dagirkere. Ji berku bi siyaseta parçekirin û derxistina nakokiyan a di nava bajaran de pêktîne. Îradeya gel li beramberî dijminên Kurdan lewaz kiriye ku Kurd tenê bi wê îrade û yekgirtinê dikarin rûbirûyê dagirkeran bibin û planên wan vala derxînin.”