Li 4 navendan komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Li 4 bajaran Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî jî soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

6 cotmeh, 2024   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

9`ê Cotmehê salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Pêkhateyên herêmê bi nêzîkbûna vê boneyê re, çalakiyên cuda li dar xistin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rûspiyên ereb û kurd re li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a bajarê Tirbespiyê civiya.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê Lorans Ceryan behsa geşedanên siyasî û xetereyên li ser gelên Rojhilata Navîn, şerê di navbera Îsraîl, Hemasê, Hizbullahê de û şerê Ukraynayê kir.

Lorans Ceryan destnîşan kir ku divê ramanên Rêber Abdullah Ocalan wek çareserî ji alozî û şeran re pêşkêş kiriye, werin belavkirin.

Ji femandarên Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê Farûq El Hebîb îşaret bi armancên komployê kir û got komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz bû.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê Nazdar Silêman jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Di dawiya civînê de dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.

EYN ÎSA

Meclisa Bajarê Girê Spî jî bi heman armancê semînerke bi amadebûna bi dehan kesî da.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Girê Spî Heza Mihemed semîner bi rêve bir  komploya navneteweyî şîrove kir.

Mihemed got: "Rêber Abdullah Ocalan di malbat û gundê xwe dest bi şoreşê kir. Rêbertî gelek têgehên wê demê ku desthilata Tirk hewl dida di nava civakê de bisepîne û urf û adetên resen ên li ser biratiyê û jiyana hevbeş ava bûne,  guhertin."

ŞEHBA

Meclisa Jinan û Dayîkên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da. Endamên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Emele Qehreman û Heyfa Haşim daxuyanî li kampa Serdemê ya bajarokê Fafînê xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ku bi hevkariya pergalên mêtinger hate kirin, sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pergala qirkirin û îşkenceyê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca van sûcan, têkbirina vîna Rêber Abdullah Ocalan e.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê jî ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve semînerek hat dayîn. Semînera ku bi dehan endamên federasyonê lê hazir bûn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Di semînerê de piştî sînevîzyona têkildarî komployê hat temaşekirin der barê komployê de hatin axaftin kirin.

Di axaftinan de komploya li hember Rêber Abdullah Ocalan hat  şermezarkirin û hat diyarkirin ku hêzên komploger hewl didan di şexsê Rêbertî de Tevgera Azadiyê ji holê rakin û li Rojhilata Navîn şerekî mezin bidin destpêkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku tevahî planên dagirkeran û hêzên hegemon ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatin pûçkirin û hate gotin Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe ji bo gelan rêya azadiyê vekir.

(şx)

ANHA