Li Zanîngeha Şerq sala nû ya perwerdeyê dest pê kir

Li Zanîngeha Şerq sala nû ya perwerdeyê (2024-2025) dest pê kir.

Li Zanîngeha Şerq sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
6 cotmeh, 2024   15:49
REQA

Îro li Zanîngeha Şerq sala nû ya perwerdeyê dest pê kir.

Li Zanîngeha Şerq ku 27`ê Mijdara 2021`an li Reqayê hatiye vekirin 7 fakulte û 4 peyman ( fakulteyabîyolojî, fakulteya çandiniyê, fakulteya hiûqî, fakulteya aborî, fakulteya zimanê ingilîzî, fakulteya wêje, fakulteya perwerde, fakulteya zanistên tibî, peymangeha teknîkî, peymangeha zimanan, peymangeha endazyaarî, peymangeha rêveberiya darayî) hene.

2 BEŞÊN NÛ HATIN VEKIRIN

Li Zanîngeha Şerq îsal Peymangeha Zimanê Kurdî û Peymangeha Endezyariya Ceyranê û Mekanîk hatin vekirin.

Li zanîngehên Rojava, El Şerq û Kobanê dema serlêdana ji bo qebûlkirina fakulte, peymangeh û tevlîbûna ezmûnan 24’ê Tebaxê (2024) destpê kiribû û 31’ê Tebaxê jî bi badwî bibû.

Piştî diyarkirina encamên ezmûnan, xwendekaran li gorî encamên bi dest xistine lîsteya beşên ku xwestin lê bixwînin pêşkêş kirin. Piştî aşkerekirina lîsteya qebûlkirinê xwendekaran navên xwe tomar bikin.

Têkildarî sala nû, cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Kar û Barên Xwendekaran a Zanîngeha Şerq Mûsa El Mûsa diyar kir ku 297 xwendekaran ji bo sala nû ya xwendinê hatine qebûlkirin û di çend rojên bê de wê navên werin aşkerekirin.

Hejmara xwendekarên berê li Zanîngeha Şerq dixwînin 302.

(bb)

ANHA