Xetereya reva 2 hezar çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha El Eqtan a li Reqayê

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Antîterorê yên ku girtîgeha El Eqtan a li bajarê Reqayê diparêzin, rastî êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta demkî tên. Di zindanê de nêzî 2 hezar çeteyê DAIŞ`ê hene û metirsiyên reva wan zêde bûne.

Xetereya reva 2 hezar çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha El Eqtan a li Reqayê
20 ÇILE, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Zindana El Eqtan li barê Reqayê ye û nêzî 2 hezar çeteyên DAIŞ`ê tê de têne ragirtin. Ji 18`ê Çileyê ve rastî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê tê. Şervanên QSD`ê û YPJ`ê û Yekîneyên Antîterorê hem li dijî êrişan li ber xwe didin, hem jî rê li ber reva çeteyên DAIŞ`ê digirin.

Tevî bangên berdewam ji bo hêzan ji Koalîsyona Navneteweyî û hêzên navneteweyî, ji bo pêşîgirtina reva çeteyên DAIŞ`ê ji ber van êrişan, heta niha tu bersiv nehatine dayîn.

Her wiha zindan rastî êrişa droneke Tirk hat ku di encamê de ziyana madî çêbû. Bi vê êrişê re çeteyan xwest di hundirê girtîgehê de tevliheviyê pêk bînin, lê ev yek di demeke kurt de hat kontrolkirin.

QSD`ê roja Duşemê ragihand ku çend şervanên wan di encama êrişên berdewam ên li ser girtîgeha El Eqtan de şehîd bûne û destnîşan kir ku girtîgeha El Eqtan yek ji navendên girtinê yên herî navdar ên çeteyên DAIŞ`ê ye.

Îro hêzên ku zindanê diparêzin bang li civata navneteweyî kir ku tavilê tedbîran bigirin. Şervan soz da ku ew ê gelê xwe bi her awayî ji terorê biparêzin.

(k)