Li 3 bajaran mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê

Li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê yên kantona Cizîrê bi daxwaza mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk mîtîngehên girseyî tên lidarxistin.

Li 3 bajaran mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê
Li 3 bajaran mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê
Li 3 bajaran mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê
Li 3 bajaran mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê
Li 3 bajaran mîtîngên bi daxwaza mafê hêviyê
17 îlon, 2025   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên 3 bajarên sereke yên kantona Cizîrê, partiyên siyasî, eşîrên Ereb û Kurd, rêxistinên siyasî û civakî, mîtîngên girseyî dest pê kir. Mîtîng bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, mafê hêviyê û avakirina Sûriyeya demokratîk li dar dikevin.

Li Qamişloyê, bi hezaran şêniyên Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê jî li pêş Stadyûma Şehîdên 12ˊyê Adarê kom bûn da ku tev li mîtînga girseyî ya bi daxwaza mafê hêviyê û Sûriyeyeke demokratîk bibin.

Li bajarê Dêrikê jî, gelê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi heman mijarê mîtîngekê li dar dixin.

Li Hesekê jî, girseya ji bajarên Til Temirê, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birakê û Holê tev li mîtînga bi daxwaza mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûne.

(fr)

ANHA