Leşkerekî Îsraîlê hat kuştin û 15 jî birîndar bûn

Hate zanîn ku li devera El Celîl El Ela ya li bakurê Filistînê 2 erebeyên leşkerî yên Îsraîlê hatin hedefkirin. Hate ragihandin ku di encamê de leşkerek hat kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerekî Îsraîlê hat kuştin û 15 jî birîndar bûn
19 îlon, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Tora El Erebiya, li devera El Celîl El Ela ya li bakurê Îsraîlê bi 2 moşekan 2 erebeyên leşkerî yên Îsraîlê hatin hedefkirin. Hate zanîn ku di encamê de leşkerekî îsraîlî hat kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.

Tora El Erebiya diyar kir ku li heman deverê bi moşekan êrişî avahiyekê hat kirin û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Têkildarî aliyên ku êriş kirine, agahî nehatin parvekirin. Lê Îsraîlê ragihand ku ew hejmareke zêde ya leşkerên xwe ji Xezayê û Şerîdaya Rojava dişîne eniya bakur.

(bb)