Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li du girtiyên siyasî birî

Rejîma Îranê li du girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê cezayê darvekirinê birî. Hat gotin ku her du girtî bi tometa endamên Tevgera Mucahidînî Xelq hatine cezakirin.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li du girtiyên siyasî birî
19 îlon, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên di medya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, du girtiyên siyasî yên bi navên Mehdî Hesenî (52) û Behroz Ihsanî Îslamlu (63) yên li girtîgeha Evînê tên ragirtin, ji aliyê Liqa 26 a dadgeha şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatine birîn.

Hat diyarkirin ku her du girtî bi tometa endamên Tevgera Mucahidînî Xelq in, hatine cezakirin.