Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Hate ragihandin ku leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di êrişeke suîqastê ya çeteyên "El Fetih El Mubîn" de hate kuştin.

Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
17 mijdar, 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundewarê Helebê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di êrişeke suîqastê ya çeteyên "El Fetih El Mubîn" de hate kuştin.

SOHRˈê diyar kir ku çeteyên koma navborî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Kefer Heleb (rojavayê Helebê) bi hawanan topbaran kirin.

Li gorî SOHRˈê, hêzên hikumeta Şamê jî bi 2 balafirên bê mirov ên bi çek bajarokê Tiqad ê rojavayê Helebê bombebaran kirin û bi obîsan jî li derdora gundên Bara û Dêr Sunbil ên Idlibê xistin.

(şx/bb)