Bi dirûşma 'Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin' meşiyan

Jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî”û 'Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin' ber bi qada mitînga “Demokrasî û azadiyê” ya li Xaçerêya Dortyolê du çukuıb Êlihê a bakûrê Kurdstanê tê lidarxistin ve meşiyan. 

Bi dirûşma 'Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin' meşiyan
17 mijdar, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk, îro li Xaçerêya Dortyolê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar dixe. Jin, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev. Jin, bi dirûşma, “Jin, jiyan, azadî” ber bi Xaçerêya Dortyolê ve meşiyan. 

 Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredarên jin jî di meşê de cih girtin.

Jinan, pankarta “Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Şaredarî yên me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berz kirin.