Koçberên Serêkaniyê: Niştecih ji bo valakirina malan pereyan dixwazin

Koçberên Serêkaniyê diyar dikin ku kesên ketine malên wan ji bo derketina ji walên wan, pere dixwazin.

Koçberên Serêkaniyê: Niştecih ji bo valakirina malan pereyan dixwazin
12 hezîran, 2026   04:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bi hezaran koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera li malên xwe ne ku egereke pêkanîna peymana 29`ê Çileyê ye. Lê hêviyên wan ên vegerê ji ber rewşa milk û malên ku wan piştî koçberiyê li dû xwe hiştine, tên astengkirin.

Koçberan diyar kir ku ew ji hêla niştecihan ve ku niha li malên wan in, ve rastî zorbaziyê tên. Niştecih ji bo valakirina mal û milkan pereyan dixwazin.

Koçberkî got: "Niştecih dibêjin komên çekdar ên li herêmê mal dane wan û ew mal êdî bûne milkên wan. Lewma beramber valakirina wan, ji me pereyan dixwazin, carinan ji 3 hezar dolarî jî zêdetir dixwazin. Hin niştecih jî dibêjim wan di dema mayîna di hundirê xaniyan de lênêrîn û tamîr kirine û berî ku derkevin beramberî wê perayan dixwazin, lê ya rast ku xanî yên xwediyên wan ên resen in ku bi zorê hatine koçberkirin."

Hejmareke koçberên ku bi wan re têkilî hatiye danîn, ji tirsa ku milkên wan ên mayî werin xerakirin an jî ji bo tolhildanê werin hedefgirtin, nexwestin navên xwe aşkera bikin.

Di vê demê de ku vegera koçberan bo malan ketiye rojevê, niştecih daxwaza pereyan dikin, beramber ku xaniyan û kel û pelên wan xerab nekin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku vegera şêniyan divê li gorî prensîbên ku rêzgirtina mafên şêniyên resen were pêkanîn û bê şert û merc milkên wan werin vegerandin. Her wiha diyar kir ku her cure ferzkirina dayîna pereyan di berdêla vegerandin an parastina xaniyan de, binpêkirina mafên mirovan ên koçberan e û şêweyeke zorbaziyê ye.

Komîteyê bang li rayedarên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe bigirin ser xwe, ji bo parastina mafên koçberan bixebitin, vegera wan a ewle û bi rûmet misoger bikin, hemû cureyên desteserkirina neqanûnî ya milkên wan bi dawî bikin.

(k)

ANHA