Lêkolereke ji Misirê li ser sirên komploya li dijî kurdan mastera xwe amade kir

Li Misrê lêkolera bi navê Norhan Ehmed Qetfat li ser komploya navneteweyî ya li dijî kurdan piştî şerê cîhanê yê yekemîn mastera xwe amade kir.

Lêkolereke ji Misirê li ser sirên komploya li dijî kurdan mastera xwe amade kir
7 kanûn, 2023   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolera ji Misirê Norhan Ehmed Qetfat ji bo masterê, nameyeke nû der barê doza kurd de di şerê cîhanê yê yekemîn de, çawa komployên di wî şerî de ku soz dane kurdan, veguheriye komployeke navneteweyî li dijî gelê Kurd û ew kir 4 parçe, amade dike. 

Norhan di nameya xwe de, balkişandiye ser doza kurd ji sala 1878`an heta 1919`an, siyaseta sultanê osmanî Ebdulhemîd El Sanî li dijî kurdan, dûre cih daye tugeyên hemîdiye yên ku sultan ava kirine. Piştre derbasî doza kurd di şerê cîhanê yê yekemîn de bûye.

Di beşa yekemîn a nameyê de, Norhan balkişandiye ser bidawîbûna agirbesta Mudros heta dawiya civîna Versailles, nasnameya kurdî, derketina doza Kurd, dûre behsa çareserî û taloqkirinê yên li Versailles.

Di beşa duyemîn de jî lêkolerê pirsgirêka kurd ji lidarxistina civîna San Remoyê heta civîna Qahîrayê, pêşketina pirsgirêka kurd di wê demê de, encamên civîna San Remo, civîna Qahîrayê û bandorên her du civînan li ser çarenûsa doza navneteweyî û biryarên navneteweyî yên têkildarî wê, nîqaş kirine.

Di beşa sêyemîn de jî, lêkolerê dema herî kirîtîk a ji bo pirsgirêka kurd, ji civîna Siver heta Lozanê şîrove kiriye.

Norhan diyar kir ku Fransa û Brîtanyayê di şerê cîhanê yê yekemîn de soz dane kurdan ku rêveberiyeke xweser ji wan re ava bikin û di civîna San Remo de jî, biryar hate dayîn ku Brîtanya alîkariya kurdan û asûriyan bike ji bo ku serxwebûnê bi dest bixin.

Norhan destnîşan kir ku civîna Sîver, ji bo gelê Kurd û dîroka pirsgirêka kurd, gelek girîng e ji ber ku ji kurdan re rêveberiyeke xweser diyar kiribû û ji bow ê mekanîzmeyek danîbû ku li gor wê, gelê kurd dikare çarenûsa xwe diyar bike, derbasî pêvajoya demkî bibe heta bigihêje serxwebûna xwe.

(şx)