Hikumeta veguhêz dê pereyên nû li Rûsyayê çap bike

7 çavkanî û belge, piştrast dikin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dê diravên nû bo Sûriyeyê çêke û dê 2 hejmarên sifirê jê rake.

Hikumeta veguhêz dê pereyên nû li Rûsyayê çap bike
22 tebax, 2025   20:42
NAVNDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Reutersê eşkere kir ku Banka Navneteweyî di nîvê vê Tebaxê de  agahî daye bankên taybet ku dê dest bi derxistina pereyên nû ji bo Sûriyeyê bikin û dê hewl bidin ku aramiya diravî baş bikin.

Reutersê da zanîn ku 5 çavkaniyan ji bankên bazirganiyê jê re gotine wê du hejmara sifirê ji pereyan rakin û ev xebat di destpêka cotmehê dest pê bike.

Her wiha hate gotin, Sûriye bi kapmanyaya Guznak a Rûs re ya cezayên amerîkî li ser hene, li hev kiriye da ku pereyên nû çap bike. Hate zanîn ku ev lihevkirin di dema serdana şandeya Şamê bo Rûsyayê de çêbûye.

Li gorî Reutersê, lîreya Sûriyeyê ji sedî derdora 99 nirxê xwe winda kiriye û niha nirxê her dolarekî 10 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.