Lavrentiev: Hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê normalîzekirina têkiliyan asteng dike

Aleksander Lavrentiev got hebûna dewleta Tirk li Sûriyeyê li pêş normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de asteng e û diyar kir ku lidarxistina civînekê li ser asta wezîrên parastinê ne pêkan e.

Lavrentiev: Hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê normalîzekirina têkiliyan asteng dike
26 ÇILE, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev ragihand ku di meseleya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyeyê de tu pêşketin çênebûne û got: "Hebûna wê li Sûriyeyê, normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê asteng dike."

Lavrentiev wiha domand: “Tu pêşketin tune ne. Tirk bi awayekî nefermî radigihînin ew jê re amade ne û naxwazim yekîneyekê li wir bihêlin. Di şert û mercên guncaw de dê amade bin vekişînin. Lê gelo ev şert û mercên guncaw çi ne?”

Lavrentiev aşkera kir ku têkilî di navbera saziyên ewlehiyê yên Rûsya, Îran, Tirkiye û Îranê de hene lê niha lidarxistina civînekê li ser asta wezîrên parastinê ne pêkan e.

Her wiha Lavrentiev aşkera kir ku niha di navbera nûnerên saziyên îstixbaratê yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê de têkilî hene û hîna zû ye behsa dan û standinan di navbera wezîrên parastinê yên her çar welatan de bê kirin.

(şx)