Kuweytê deriyê sinorî ya bi Iraqê re girt

Kuweytê deriyê sinorî yê Ebdelî yê li gel Iraqê ji ber êrişên Îranê ji bo demkî girt.

Kuweytê deriyê sinorî ya bi Iraqê re girt
23 tîrmeh, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor medyaya Iraqê, Kuweytê piştî êrişa bi dronan ya Îranê, deriyê sinorî yê Ebdelî yê li gel Iraqê ji bo demêkî girt.

Li gor dîmenên hatine belavkirin, piştî êrişa bi dronan ya Îranê, dukel ji sinorê Kuweytê bilind dibe, lê heta niha nayê zanîn cihê hatî bombebarankirin cihê leşkerî ye yanjî saziyek sivîle.

Hêjayî gotinê ye, di rojên dawî de Îran wek bersiva êrişên Amerîkayê bi dron û mûşekan êrişî ser xaka Kuweytê dike. Li gor gotina rayedarên Îranê, ew baregeh û navendên girêdayî Amerîkayê hedef digirin.