Îranê kolberek Kurd qetil kir

Di encama gulebarana rasterast ya hêzên rejîma Îranê de kolberekî Kurd yê (21) salî jiyana xwe ji dest da.

Îranê kolberek Kurd qetil kir
23 tîrmeh, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolbernews’ê eşkere kir ku kolberê Kurd yê bi navê Resûl Qelenderî (21) ê xelkê navçeya Qetur a ser bi bajarê Xoy, li sinorê Belcok yê parêzgeha Urmiyê, di encama gulebarana rasterast ya hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, hêzên rejîma Îranê bêy ku pêşwext kolberan agahdar bikin, rasterast gule li komek kolber barandine. Di encamê de Resûl Qelenderî birîndar bû. Piştre hêzên Îranê dema nêzîk dibin, dibînin birîndare sê guleyan li serê wî didin û qetil dikin.

Resûl Qelenderî zewiciyî bû, du zarokên wî hene, zarokên wî yek jê sê saliye yê din jî pênc mehiye.