Li bakurê Helebê çeteyên Tirkiyeyê bi hev ketin

Li herêmên bakurê Helebê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di navbera çeteyan de şer û pevçûn derket, di encamê de bi dehan çete, sivîl hatin kuştin.

Li bakurê Helebê çeteyên Tirkiyeyê bi hev ketin
19 kanûn, 2023   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) û çeteyên ku jê veqetiyane bi çekên giran bi hev ketin. Ew pevçûn û şer li ser paşxaneya veqetîna serçeteyekê Heyet Tehrîr El Şamê bi navê Ebû Ehmed Zekor ji Heyetê derket.

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku pevçûn li rojhilatê bajarê Ezazê yê bakurê Helebê li nêzî rêya Neyara di navbera çeteyên "Firqeya 50" ya Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên girêdayî serçeteyê veqetiyayî de derket.

Di encama pevçûnê de bi dehan ji herdu aliyan û sivîl hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker destwerdan kir û hêzên xwe şandin Ezazê û rêya di navbera Idlib û deverên dagirkirî yên Helebê de girt.

(mh)