Kurdistanî û dostên wan berê xwe didin qada mitîngê

Komên destpêkê ku ji bo mîtînga bi daxwaza azadiya fizîkî a Rêber Abdullah Ocalan gihiştin Kolnê ne

Kurdistanî û dostên wan berê xwe didin qada mitîngê
16 mijdar, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Koln ê Almanyayê wê ji bo azadiya fizîkî a Rêber Abdullah Ocalan, mîtîng bê lidarxistin. Ji saetên siharê ve beşdarên mîtîngê ji navendên cuda yên Awropayê berê xwe bidin bajêrê.

Kurdistanî û dostên wan di serê siharê de gihiştin qada mîtîngê ya li Deutzer-Werft’ê. Bi govend, tilîlî û dirûşmeyan dîmenên bi reng û balkêş çêbûn.

Gel bênavber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz dike.