Rojnameyên erebî dan û standinên agirbestê yên li Xeza û Lubnanê nirxandin

Rojnameyên erebî diyar kir ku daxuyaniyên Hemasê yên der barê agirbestê de dide xuyakirin ku ew dikare ji şertên xwe yên berê yên hişk were xwarê. Rojnameyê bal kişand ser pêşnûmeya DYA’yê ya ji bo agirbesta li Lubnanê jî û diyar kir ku rageşiya li başûrê welat dide nîşandan ku dan û standinên agirbestê di heman demê de gihaştine “qonaxa krîtîk”.

Rojnameyên erebî dan û standinên agirbestê yên li Xeza û Lubnanê nirxandin
16 mijdar, 2024   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dan û standinên agirbestê yên li Xeza û Lubnanê û siyaseta nû ya DYAˈyê ya li hemberî Çînê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

ˈHEMAS BI RAGIHANDINA AGIRBESTÊ HEWL DIDE DAN Û STANDINAN GEŞ BIKEˈ

Tevgera Hemasê duh (15 Mijdar) ragihandibû ku ew amade ye şerê li Xezayê rawestîne û bang li serokê DYAˈyê Donald Trump kiribû ku zextê li Îsraîlê bike.

Der barê vê mijarê de rojnameya El Ereb diyar kir ku daxuyaniya duh a Hemasê dide xuyakirin ku Hemas dikare ji şertên xwe yên berê yên giran were xwarê.

Rojnameyê bi bîr xist ku Hemasê tevî berdewama şer û tevî ku Qeterê dest jê berdabû, ji şertên xwe nedihat xwarê.

Li gorî rojnameyê, Hemas xwe mecbûr dibîne ku nermbûnê nîşan bide û ji helwesta xwe ya berê vegere.

Rojnameyê bi bîr xist ku "Tevî ku Trump soz dabû ku dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, lê negotibû dê zextê li Îsraîlê bike. Lê hin kesayetên di rêveberiya Trump de destnîşan kir ku ev vebijêk qet nehatin pêşniyarkirin, lê berevajî vê yekê dê Hemasê di bin zextên mezintir de be, bi taybetî piştî ku Qeterê dest jê berdaye."

‘BERSIVA LUBNANÊ NÊZÎK E, PÊŞNÛME YA FRANSAYÊ YE’

Balyoza DYAˈyê Lisa Johnson roja pêncşemê pêşnûmeyek der bar agirbesta li Lubnanê de pêşkêşî serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî kiribû.

Rojnameya El Nehar a Lubnanê ragihand ku rageşiya leşkerî û meydanî ya di saetên dawîn de li herêmên başûr û taxên başûrê Beyrûtê rû dabû, nîşaneya her xurt ku dan û standinên agirbestê yên bi navbeynkariya DYAˈyê hem di merheleyeke pêşketî de, her wiha di merheleyeke tevlihev de ye.

Li gorî rojnameyê, zehmet mirov bêje ka wê dîplomasiya DYAˈyê ya agirbestê li Lubnanê vê carê bi ser bikeve ya na.

Rojnameyê diyar kir ku çav li rê ye Lubnanê bersiva pêşnûmeya DYAˈyê bide û têkildarî pêşnûmeyê jî wiha nivîsî: "Pêşnûmeya DYAˈyê heman pêşnûmeya Fransayê ye ku wezîrê karên derve yê Fransayê di serdana xwe ya li Beyrût û Til Avîvê de pêşkêş kiribû. Ji bendên pêşnûmeyê; mekanîzmaya çavdêriyê ya ku ji nûnerên DYA, Fransa, Unifel, Lubnan û Îsraîlê pêk tê were aktîfkirin. Lubnan û Îsraîlê neçar bikin li gorî biryara 1701’an tev bigerin.”

‘SIYASETA TRUMP AMERÎKA BI KU VE DIBE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku cih daye siyaseta nû ya DYAˈyê ya li hemberî Çînê bi bîr xist ku serokê nû yê DYAˈyê Donal Trump aşkera gotiye dê di dan û standina xwe bi Çînê re hişktir be. Hate gotin ku ev yek jî di diyarkirina endamên hikumeta xwe de yên li dijî Çînê û ferzkirina ji sedî 60 ceza li berhemên Çînê de diyar dibe.

Li gorî rojnameyê, tevî vê daxuyanî û diyarkirina endamên hikumetê jî dibe ku rêveberiya Trump ji bo Çînê bibe derfetek ku hegemonyaya xwe ya herêmî û cîhanê xurttir bibe.

 Rojnameyê da zanîn ku dibe ku DYA di encama stratejiya “berî her tiştî Amerîka” de ku Trump di siyaseta xwe ya derve de hilbijartiye bi temamî yan jî bi awayekî beşî ji gelek rêxistinên navneteweyî û însiyatîfên navneteweyî vekişe. Hate gotin, ev vekişîn dê valahiyekê çêke ku Çîn hewl bide wê dagire û hewl bide di cîhanê û sazkirina pergala navneteweyî ya piralî de rolê bilîze.

(şx/bb)

ANHA