Kurdên li Şamê amadekariyên Newrozê dikin

Kurdên li paytexta Sûriyeyê Şamê amadekariyên Newrozê dikin. Newroz dê li herêma Meşû Dumer-Stadyuma Feyha were pîrozkirin.

Kurdên li Şamê amadekariyên Newrozê dikin
16 adar, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li paytexa Sûriyeyê Şamê amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikin.

Newroz dê li herêma Meşrû Dumer, li staduyma Feyha ya nêzî Nexweşxaneya Dil were pîrozkirin.

Li gorî komîteya amadekar a pîrozahiya Newrozê, tê çaverêkirin ku bi hezaran Kurdên li Şamê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Pîrozbahî dê 21'ê Adarê saet 10.00'an dest pê bike.

(bb)

ANHA