Hikumeta demkî deriyê sînor ê Hemamê girt

Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikumeta demkî deriyê Hemamê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de girt.

Hikumeta demkî deriyê sînor ê Hemamê girt
16 adar, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê sînor ê Hemamê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, ku li gundewarên Helebê ye, ji sibê pê ve bi temamî dê bê girtin.

Di daxuyaniyekê de desteyê diyar kir ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tev bigerin, dikarin berê xwe bidin deriyên sînor ên Bab El Hewa û Bab El Selame.

Desteyê sedemên fermî yên biryara girtina derî diyar nekirin.

(k)