Ji Helebê banga rawestandina êrişan

Meclisa Rûspiyên Eşîran û Meclisa Olî yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd banga rawestandina êrişan kirin û gotin, tu alî dê ji berdewamiya tundiyê sûdê wernegire.

Ji Helebê banga rawestandina êrişan
7 ÇILE, 2026   22:39
HELEB

Meclisa Rûspiyên Eşîran û Meclisa Olî yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li Mizgefta Selahedîn a taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Olî Omer El Şamî daxuyanî xwend.

El Şamî anî ziman ku êrişên heyî dê bibin sedema rijandina zêdetir a xwînê û dê ewlehiya taxên Helebê bixe metirsiyê.

El Şamî got, ev êriş dikevin xizmeta aliyên derve yên ku hewl didin istiqrara bajar xirab bikin û dê di serî de DAIŞ’ê komên çete çalakî bikin.

El Şamî da zanîn ku dê tu alî sûdê ji berdewamiya tundiyê wernegirtin  û got "Xwîna Sûriyeyan yek e, têkiliyên xwişk-biratî, aştiya navxweyî û jiyana hevbeş wan tîne gel hev."

El Şamî bang li oldarên misliman û xiristiyan û şêxên eşîr û qebîleyên bajarê Helebê û tevahiya Sûriyeyê kir ku ji bo rawestandina herkîna xwînê tev bigerin û got, diyalog rêya yakane ya lihevhatinê ye ku li ber kuştin û wêraniya bigire û ewlehiyê mîsoger bike.

(b)

ANHA