Kurdên li Ewropayê bersiva seferberiyê didin û berê xwe didin Rojava

Rêveberên ‘Navenda Kurdên Bêsînor’ Kadar Pîrê û Çinar Simo ragihand ku ew ê sibê ber bi Qamişoyê ve biçin.

Kurdên li Ewropayê bersiva seferberiyê didin û berê xwe didin Rojava
20 ÇILE, 2026   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Diyasporaya Kurdan ji welatên cuda yên Ewropayê dest bi bersivandina banga seferberiyê kir û ber bi Rojava ve diçin da ku tev li berxwedanê bibin.

Kurdistaniyên ku li derveryî welat dijîn, bi taybet ên li Ewropayê, bersiva banga seferberiya giştî da û diyar kir ku dê berê xwe bidin Rojava.

Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û her wiha li çend paytextên Ewropayê, xwepêşandanên girseyî ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Rojava li dar dixin û piştgirî û hevgirtina xwe ya bi gelê Rojava re nîşan didin.

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê û hevjîna wî Çinar Simo ku ew jî yek ji rêveberên heman navendê ye, piştgiriya xwe ya ji bo seferberiyê diyar kir û ragihand ku ew ê sibê ber bi Qamişloyê ve biçin.