Kurd mîsogeriya Sûriyeyê ne – Rauf KARAKOÇAN

Kurd mîsogeriya Sûriyeyê ne – Rauf KARAKOÇAN
4 sibat, 2025   07:35

Sûriye ku niha di bin hikumraniya HTŞ'ê de ye, ber bi nediyariyê ve diçe û çarenûsa wê jî versiyona îslamî ya rejîma Baasê ye. Dê netewperestiya mezhebî li şûna netewperestiya netewedewletê bi cih bike. Hêzên navneteweyî bi rastiya nû ya li Sûriyeyê dizanin lê dîsa jî wê wek hikumeteke rewa dibînin û têkiliyên xwe li ser vî esasî pê re çêdikin. Ji ber ku li şûna berjewendiyên gelên Sûriyeyê, li gorî berjewendiyên wan ên dewletê ne, vê yekê dikin. Hêzên pêwendîdar hewl didin Sûriyeyê di pozîsyoneke ji wan re guncaw de bihêlin.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê, wek yekane hêza rayedar, hewl dide xwe li ber çavê hêzên derve şîrîn bike û li hesaban e bê ka dê 'çawa xwe mayînde bike' û ji sîcîla xwe ya xirab a cîhadperestiyê rizgar bike. Xuya ye pirsgirêkên bingehîn ên têkildarî siberoja Sûriyeyê jî paşve dane. Îstîqrara siyasî, pêşketina aborî, ewlekarî, perwerde, tenduristî, avaniya îdarî ya demokratîk, garantîkirina cudahiyên olî û etnîk, wekheviya jin û mêran, destûreke nû ya berfireh û gelek mijarên bingehîn kirine mijarên talî. Di halê hazir de rojeveke HTŞ'ê ya bi vî rengî jî nîn e.

Tirkiye hewl dide li Sûriyeyê rejîmeke girêdayî xwe ava bike. Di avakirina dewletê de, di birêxistinkirina burokrasiyê de û hema hema  di her mijarekê de, wezîfeya şêwirmendiyê girtiye ser xwe. Rastiya kesên ku li Tirkiyeyê xwendiye li Sûriyeyê di astên rêveberiyê de ne, bi milyonan penaberên sûriyeyî fêrî tirkî bûne û dan û standina çandî ya pêkhatî, avantajên mezin dane Tirkiyeyê. Sûriye bûye erdnîgariyeke guncaw ku veguhere paşbaxçeyê Tirkiyeyê.

Îsraîl, Sûriyeyeke ji bo polîtîkayên xwe yên ewlekariyê guncaw û ji bo ewlekariya xwe çi pêwîst be, wê dixwaze. Çi hewce be, dagirkerî jî tê de, di pratîka xwe de wê dike. Tevî ku welatên Ewropayê û yên Ereban li Sûriyeyê timayên xwe yên cuda henejî, gelek sedem hene ku têkildarî HTŞ’ê û Sûriyeyeke di bin sîwana HTŞ'ê de bi fikar bin.

Kiryarên HTŞ'ê yên niha, kuştinên wê yên dişibin ên DAIŞ'ê, hem ji bo gelên Sûriyeyê hem jî ji bo civata navneteweteyî xetere ne. Qetilkirina elewiyan, rakirina azadiya jinan, ferzkirina sîstemeke rêveberiyê ya navendî ku hindikahiyan nahundirîne, tevlêbûna cîhadîstên biyanî di rêveberiyê de, hema mirov ji kîjan alî ve lê binere jî, ji bo afirandina pirsgirêkan zemîneke guncaw heye. Gelên Sûriyeyê bi tabloyeke tijî gef û xetere re rû bi rû ne.

Kurd yekane mîsogeriya li Sûriyeyê ne. Kurd hem ji bo gelên Sûriyeyê, hem jî ji bo cîhana derve, ji bo siberoja Sûriyeyê, mîsogerî ne. Bi perspektîfa xwe ya sekuler, demokratîk, feraseteke li gorî azadîxwaziya jinan ku hemû cudahiyan hembêz dike û tecrubeya xwe ya rêveberiya hevserokatiyê ya bi salan, ji bo gelan bûye stargehek. Bi salan e ku modela îdeal a ji bo Sûriyeyê temsîl dike. Kurd garantorên hindikahiyên li Sûriyeyê, elewî, Erebên laîk (ilmanî), durzî, Aşûrî-Suryan, Çeçen û hindikahiyên din ên olî, bi taybetî jî êzidiyan in. Ew xwedî pratîkekê ne ku modeleke demokratîk a rêveberiyê tecrube kiriye û temsîl dikin. Di warê entegrasyona li gel cîhana derve de jî, Kurd wek gelekî ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de xwe îspat kiriye û berdêlên giran dane, mîsogeriya yekane ne ku dikarin di siberoja Sûriyeyê de ewlekariyê pêk bînin.

Kurd di siberoja Rojhilata Navîn de jî çawa ku ji bo cudahiyên civakî yên Sûriyeyê bi modela Rêveberiya Xweser girîng in, xwedî roleke sereke ne jî. Kiroxên sereke yên polîtîkayên herêmî ye. Ji sibrroja Sûriyeyê wêdetir, ji bo Rojhilata Navîn jî bi heman rengî girîng in. Ji ber ku rewşa xwe ya dezavantajî ya sedsalê li pey xwe dihêlin û êdî di warê jinûvedîzaynkirina herêmê de ketine pozîsyoneke gelekî biavantaj. Ji ber ku di warê siyasî, îdarî û ewlekariyê de bûne hêza herî yekgirtî, hevgirtî û îstîqrarê ya li herêmê, roleke stratejîk ketiye destê Kurdan.

Qedera Tirkiyeyê jî bi Kurdan ve girêdayî ye. Bêaramiya li herêmê, zêdebûna faktorên rîskê û dijwarbûna şer û pevçûnan, Tirkiye neçar kiriye ku ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê bibîne. Vê yekê pêvajoya aştiyê mecbûrî kiriye. Rewşên bi heman rengî ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî hene. Paradîgmaya civaka demokratîk a ku Kurd temsîl dikin, perspektîfa wan a li cîhanê û formula çareseriyê ya li gorî berjewendiyên gelan, hem ji bo aktorên navneteweyî hem jî ji hêzên herêmî re Kurd kirine hevkarên jêneger.

Polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk, timayên wê yên dagirkirina Rojava bi temamî û hewldanên dijminatiya li Kurdan dike, ji bo aramiya herêmê xetere ne. Heta ku feraseta yekperest a netewedewletê neyê derbaskirin, pêvajoyên aştiyê dê bixitimin. Tevî pratîka xirab a dewleta Tirk jî, niha her kes li benda bersiva ji Îmraliyê ya têkildarî pêvajoya aştiyê ye.

Daxuyaniyên ku tê payîn Rêber Apo di demên pêş de bide ji bo ku Kurd bi rola xwe rabin, ji bo her kesî şert in. Hêza siyasî û teorik ku dê sedsala pêş a herêmê diiyar bike, dê bandorê li Rojava û Sûriyeyê jî bike. Kurd bûne aksîsa Rojhilata Navîn. Divê bê zanîn ku qonaxeke dîrokî heye û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, dê sûdê bide her kesî û hemû gelan.