Kuba: Pêşketin di diyalogê bi Amerîkayê re çênebûne

Wezîrê Derve yê Kubayê diyar kir ku diyalogên bi Washingtonê re hîn negihiştine encamekê, her wiha ragihand ku ew amade ne li ser esasê rêzdariya her du aliyan diyalog pêk were.

Kuba: Pêşketin di diyalogê bi Amerîkayê re çênebûne
1 tîrmeh, 2026   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Kubayê Brono Rodrîgêz (Bruno Rodríguez) ragihand ku hîn di danûstendinên wan ên bi Amerîkayê re pêşketin çênebûye, diyar kir ku berdewamkirina cezayên Amerîkayê li welatê wan aloziya aborî û mirovahiyê zêdetir dike.

Rodríguez ji dezgehên çapemeniyê re da zanîn ku cezayên Amerîkayê rewşa nebûna xwarin, sotemenî, derman û kehrebeyê xerabtir dike. Rodríguez diyar kir ku nêzîkatiyên bi vî awayî yên Amerîkayê bi “Şantajên berdewam yên li hemberî serxwebûna Kobayê re tên”

Her wiha destnîşan kir li ser esasê rêzdariyê û nedestwerdana di karûbarên hundirîn de, welatê wî ji diyalogê û çareserkirina nakokiyan bi awayeke aştiyane re vekirî ye.

Amerîka hikumeta Kobayê ji bo ewlehiya xwe ya niştîmanî wekî şantaj dibîne, diyar dike ku cezayê ku datîne dihêle guhertinên siyasî çêbibe.

(sb)

ANHA