Krîza elektrîkê li Cizîrê berdewam e, tu nîşanên çareseriyeke nêzîk tune ne

Krîza qutbûna elektrîkê li herêma Cizîrê berdewm dike, ev yek êşa şêniyan û saziyên sivîl zêde dike.

Krîza elektrîkê li Cizîrê berdewam e, tu nîşanên çareseriyeke nêzîk tune ne
16 adar, 2026   02:35
HESEKÊ

Berî sala 2011`an, çavkaniyên elektrîkê yên herêma Cizîrê ji santralên hîdroelektrîkê yên li Bendava Tişrînê (duyemîn bendava herî mezin li Sûriyeyê bi kapasîteya bi qasî 630 megawat) û Bendava Firatê, her wiha santralên hilberîna li santralên Siwêdiyê û Cibisê bû.

Ji sala 2011'an vir ve, ji ber ku çavkaniyên enerjiyê yên herêmî di bin zextek girîng de ne asta xizmetguzariyan kêm bûye. Asta ava Çemê Firatê ji ber kêmkirina herikîna avê ji çavkaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve daketiye. Ev yek bûye sedema kêmbûneke mezin a hilberîna elektrîkê ji bendavan, ku ji destpêka sala 2020`an vir ve ji sedî 10`ê kapasîteya wan a hilbirînê kêmtir bûye. Ev yek bandorek neyînî li ser pêviya herêmê ya elektrîkê kiriye.

Bendavên hîdrodînamîk ên wekî Bendavên Tişrîn û Firatê ji bo dabînkirina elektrîkê ya herêmê xwdî roleke girîng in. Lêbelê, kêmbûna asta avê di bendavan de hêza wan a xebitandina turbînên xwe kêm kiriye, ku di encamê de hilberîna elektrîkê kêm bûye.

Li gor rayedarên rêveberiyên elektrîkê yên bajarên Cizîrê û Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herikîna elektrîkê ji her du bendavan ber bi herêma Cizîrê ve ji 18`ê Çileya 2026`an vir ve bi tevahî hatiye qutkirin, piştî ku komên girêdayî hikûmetê di heman mehê de bendavan control kirin.

Li santrala elektrîkê ya Siwêdiyê heft turbîn hene û hilberîna giştî rojane di navbera 1,500 û 1,600 megawat de ye. Lêbelê, piştî ku di êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên dawiya sala 2023`an de wêran bû, ew niha bi tevahî ji xizmetê derketiye û " sifir enerjî" hildiberîne.

Her çend peymana 29`ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de behsa birêvebirina çavkaniyên enerjiyê û bendavan kirye da ku têkevin xizmeta şêniyan, lê pêkanîna wê li ser erdê hîn jî nebûye sedema başbûna rewşa enerjiyê. Ji destpêka aloziya leşkerî ya dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destpêka vê salê de, elektrîk bi tevahî ji herêma Cizîrê hatiye qutkirin.

Vê qutbûna tevahî bandorek rasterast û mezin li ser jiyana rojane ya şêniya, û her weha li ser şert û mercên civakî, aborî û xizmetguzariyê kiriye.

Di vê rewşê de şênî û saziyên sivîl ên li bajarên Cziîrê û deverên din ên derdorê, tevî lêçûna wan a zêde, ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên rojane xwe dispêrin jeneratorên taybet. Ev yek barê xelkê giran dike.

(k)

ANHA