Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin

Li Helebceyê gelek gorên ku li ser wan “Gorek ji bo 5 kesan” an jî “Malbatek li vir radize” hatiye nivîsîn hene, îro li Rojava bi heman komployên navneteweyî hewl dan Helebecyek nû çêbikin. Li Rojava 4 hezar kesên winda yên çarenûsa wan ne diyar hene. Hêzên ku berê Seddam Huseyîn da Kurdan, îro dîsa heman hêzan hewl dan bi destê gelê Ereb li Rojava Helebveyek nû çêbikin.

Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
Ji Helebce heta Rojava komployê navneteweyî: Hewldanên jenosîdan didomin
16 adar, 2026   05:10
QAMIŞLO
BÊRÎTAN ÎRLAN

Navbera salên 1980-1988’an di navbera Iraq û Îranê de şerekî dijwar rû da. Di vî şerî de DYA û welatên rojavayî li hemberî Îranê hevkariya Iraqê dikirin. Li gorî rapora senatoya DYA’yê ya 1994’an; DYA'yê hêjmarek mezin a madeyên xam ên çekên kîmyewî da Seddam Huseyîn.

Kurdên li Başûrê Kurdistanê jî ji bo mafên xwe li hemberî Seddam Huseyîn di nava têkoşînek mezin de bûn, weke roja îro dîsa ketibûn nava du dewletên dagirker û lîstokên navneteweyî de. Li hemberî zilma Seddam meyla Kurdan ber bi dewleta Îranê ve çûbû.

Gelê Kurd berdêla herî giran a şer û çekên kîmyewî da.

16’ê Adara 1988’an, derdora demjimêr 11.35’an artêşa Iraqê Helebce bombebaran kir. Ev ne êrişek asayî bû. Di êrişê de hatin tespîtkirin ku Gaza Demarî (Nerve Agents), Gaza Sincirîner (Blister Agents) û Gaza Xeniqîner (Blood Agents) hatine bikaranîn. Ev roj bû sedem ku Kurdan weke “Adara Reş” bi nav kir. Bi fermana Elî Hesen El Mecîd (Elî Kîmyewî) artêşa Iraqê zêdetir 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qir kirin.

DI SALVEGERA 38’EMÎN A HELEBCEYÊ DE, LI ROJAVA HELEBCEYEK NÛ

Îro dema gelê Rojavayê Kurdistanê di salvegera 38’emîn de qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr tîne, Helebceyek nû tê pêkanîn. Dîsa bi komployên navneteweyî, bi çekên hêzên navneteweyî, xwestin bi destê gelê Ereb û komên çekdar ên dewleta Tirk, li Rojavayê Kurdistanê Helebceyek nû pêk bînin û gelan bi hev bidin qirkirin.

Di navbera 6-29’ê Çileyê (2026) de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Qetil kirin, revandin, cenazeyên jinan di avahiyan de avêtin, keziyên jinên Kurd jê kirin û dilê ciwanan derxistin. Li gorî agahiyên Kongra Star ji çavkaniyên eleqeder girtiye, nêzî 4 hezar Kurd winda ne û tu agahî jê tune ye.

Lê cudahiyek di navbera sala 1988 û 2026’an de heye, gelê Kurd bi yek dengî li dijî komkujiya li Rojava derket. Rêber Abdullah Ocalan bi hewldanek mezin pêşiya komkujiyek mezintir girt. Lê ev plan didomin, dixwazin bi destê dewleta Tirk û hinek eşîrên Ereb vê planê bi ser bixin.

EW BI KAR ANÎN Û TUNE KIRIN

Divê gelê Ereb û Tirk li çarenûsa Seddam Huseyîn û Elî Kîmyewî binêrin. Hêzên ku berê wan dane Kurdan, heman hêzan piştî 18 sal piştî komkujiya Helebceyê Seddam û Elî Kîmyewî darve kirin. Ew bi kar anîn û tune kirin.

ANHA