Krîza bankên Sûriyeyê û veguhertinên cîhanê mijara rojnameyên erebî bûn

Krîza bankê ya li Sûriyeyê hejmara hesaban derbas dike û dikeve mijara baweriya di navbera hemwelatî û saziyên dewletê de, ev jî dihêle bank bibin neynik ji bo lawaziya îstîqrara civakî û aborî, li aliyekî din pergala cîhanê di rewşa fikar û parçebûnê de ye.

Krîza bankên Sûriyeyê û veguhertinên cîhanê mijara rojnameyên erebî bûn
5 îlon, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de behsa krîza bankê li Sûriyeyê, veguherînên di pergala cîhanî de û rageşiya pêkanînên Îsraîlê li dijî Filistîniyan kir.

ˋBANKÊN SÛRIYEYÊ…KRÎZA EWLEHIYÊˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê krîza bankê ya li Sûriyeyê de nivîsî û diyar kir ku "Krîz ne hejmar û hesabên bankê ne, lê krîza baweriyê ye. Ew krîzek e ku civakê baweriya xwe bi saziyên xwe ku nikare parastina pereyên wan bike, ji dest daye, ye. Ew krîza dewletekê ye ku şiyana xwe ya ewlebûna hemwelatiyên xwe ji dest daye, ku bankên di hundirê bajaran de bi rûyên camên gewr û stûnên betonê hatine avakirin hîna jî temsîla ewle ji bo pereyên wan dikin."

Rojnameyê destnîşan kir ku "Bawerî ne tenê têgeheke aborî ye, lê hestekî giştî ye derbasî hûrgiliyên jiyana rojane dibe; Dema ku welatiyek di tabûrê de li pêş bankê disekine ku pereyan ji bo heqê topek xazê bikişîne yan jî dema bazirganek aciz dibe ku nirxên kel û pelên xwe ji şirîkê xwe yê derve re bişîne yan jî dema deriyên nexweşxaneyê li pêş nexweşekî tên girtin ku nikare pereyên xwe ji hesabê xwe bikişîne."

Rojnameyê di berdewama nivîsê de destnîşan kir ku "Vegerandina baweriyê bi bankan ne tenê mijara teknîkî ye, lê mijareke nasnameya niştîmanî ye. Bank cihê ku welatî ji bo pêşerojê pereyên xwe dixinê. Ger welatî hîs kir ev cih ne ewle ye, wê demê ew hest wê derbasî hûrgiliyên wî yên jiyanê bibin. Jinûve vegerandina baweriyê pêdiviya xwe bi biryarên zelal û durist û xîtabeke nû ya hikumetê heye ku li şûna înkarkirinê pirsgirêkan nas bike. Pêdiviya bankan ne tenê bi rûyên cam hene, lê divê zelalbûneke exlaqî hebe."

ˋCÎHAN LI PÊŞBERÎ SANCIYEK NÛ YE: ŞER AN AŞTÎˊ

Rojnameya El Xelîc behsa veguhertinên di pergala cîhanî de pêk tên kir û diyar kir ku cîhan di qonaxeke fikar û parçebûna qanûnên navneteweyî de dijî.

Rojnameyê destnîşan kir ku cîhan li pêşberî "sanciyeke nû ye, dibe ku ya dawî be", yan ber bi şer ve yan jî ber bi aştiya rasteqîn ve ku mafên gelan ên jiyana ewleh bê misogerkirin û timayên hin hêzên dixwazin welatên cîranê xwe kontrol bikin bên bidawîkirin.

Rojnameyê aşkera kir ku pêwîstî bi beşdarbûna tevahî herêman di sazkirina siberoja pergala navneteweyî de heye û biryar tenê ji hêzên mezin re neyê hiştin û diyar kir ku: "Wê piştî sanciyê hêzên mezin wê biryara ku cîhan bikeve kîjan rêyê bide, lê divê biryar ne yekalî be, tevahî herêm tev lê bibin, dengê xwe bilind bikin û di beşdarbûnê de biryardar bin."

ˋEM ÇAWA LI HEMBER "DEFINKIRINA FIKREYA DEWLETA FILISTINÊ" LI BER XWE BIDINˊ

Rojnameya El Qudis a El Erebî li ser bilindbûna rageşiya siyasî û pêkanînên Îsraîlê li Şerîaya Rojava (Dife Xerbiyê) û Şerîda Xezayê nivîsî û Rêxistina Bijîşkên Sînornenas bi "koçberiya komî ya bi darî zorê û qirkirina komî ya di çarçoveya projeya niştecihîbûnê ya berfireh û guhertina demografiya mayînde û definkirina fikreya dewleta Filistinê" wesif kir.

Rojnameyê bûyerên li Şerîa Rojava û Şerîda Xezayê pêk tên bi "qirkirina komî û zordariya leşkerî" ve girê da  û destnîşan kir ku hikumeta Netanyahu ji bo serdegirtina kampan û koçberkirina şêniyan êrişên leşkerî bi kar tîne.

(fr)