Li Xezayê 16 kes hatin kuştin

Balafirên Îsraîlê di berbangê de êrişî gelek cihên li bajarê Xezayê kir, di encamê de 16 kes hatin kuştin.

Li Xezayê 16 kes hatin kuştin
5 îlon, 2025   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî yên Filistinî diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê yên îro li dijî mal û konên koçberên li bajarê Xezayê de 16 welatî hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan û Agahiyan a Filistinê (WAFA), di bombebaranên balafirên Îsraîlê li dijî avahiyekê li taxa Derec de 3 welatî hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Li kêlek wê, di êrişa dijî koneke koçberan li hundirê Zanîngeha Îslamî ya li taxa Rîmal a başûrê rojavayê bajêr de 3 kes hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Di êrişeke din a li dijî avahiyekê li taxa Til Hewa ya başûrê rojavayê bajarê Xezayê de 3 welatî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Çavkaniyan diyar kir ku di êrişa balafireke bêmirov a Îsraîlê li dijî koneke koçberan a li taxa Rîmal de 2 welatî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li taxa Sebra jî di êrişan balafirên Îsraîlê li dijî qatekî avahiyê yê li kolana Selasînî ya başûrê Xezayê 2 kes hatin kuştin û birîndar çêbûn. Li dijî koneke koçberan a li çatrêya Zanîngeha El Ezher a li rojavayê bajêr 2 welatiyên din hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Di heman demê de di êrişeke din a balafirên Îsraîlê li dijî qatekî avahiyê ya li rojavayê komeleya ciwanên Xiristiyan a li taxa Rîmal welatiyek hat kuştin û hin jî birîndar bûn.

(fr)