Kremlin: Dan û standinên aştiyê niha sekinîne

Kremlin ragihand ku dan û standinên aştiyê yên di navbera Moskov û Kîevê de niha sekinîne.

Kremlin: Dan û standinên aştiyê niha sekinîne
12 îlon, 2025   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlin îro ragihand ku dan û standinên aştiyê yên di navbera Moskov û Kîevê de niha sekinîne.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got, "Derfet hîna li pêşiya mûzkerevanên me hene ku bi rêya kanalan bigihêjin lihevkirinê. Lê em dikarin bêjin ku di dema heyî de dan û standin seknîne."

Serokê DYA’yê Donald Trump bi armanca ku her du aliyan bigihîne lihevkirinê, rêzexebatên dîplomatîk pêk anîn. Herî dawî Trump, li Alaskayê pêşwaziya serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir. Lê Rûsyayê êrişên xwe yên li ser Ukraynayê berdewam kirin. Êrîşa wê ya hewayî ya herî mezin hefteya borî bû ku bû sedema mirin û şewatekê li avahiyek hikûmetê li Kîevê.

Li Stenbolê jî bi heman armancê sê torên dan û standinan pêk hatin, lê hersê jî bi bin ketin. Rûsya bi israr e ku Ukraynayê dest ji tevahiya herêma Donbasê berde. Lê Kîev qebûl nake dest ji axa xwe berde û daxwaza bicihkirina hêzên Ewropî wekî hêzên parastina aştiyê dike. Ev daxwaz jî ji aliyê Moskovê ve nayê qebûlkirin.

(bb)