Kremlin: Brîtanya dixwaza şerê Ukraynayê bidome

Kremlinê ragihand ku Brîtanya dixwaze şerê li Ukraynayê bidome û diyar kir Rûsya ji çareseriya siyasî û dîplomatîk re amade ye.

Kremlin: Brîtanya dixwaza şerê Ukraynayê bidome
21 îlon, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro ragihand ku Brîtanya dixwaze şerê li Ukraynayê dirêj bike û diyar kir ku hewldanên hêzên rojava dê ji bo bidawîkirina şer nebin alîkar.

Peskov destnîşan kir ku welatê wî hêvî dike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo çareseriya aştiyane ji şerê Ukraynayê re hewldanan bike. Peskov Yekitiya Ewropayê (YE) rexne kir ku amadekariyên birîna cezayên nû li ser Rûsyayê dike û got: "Ewropa dê bi van nêzîkatiyên dijminane nikaribe me ji siyasetê bi dûr bixe."

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got, Moskov ji diyalogan re amade ye û çareseriya siyasî û dîplomatîk tercîh dike.

(bb)