Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo broşûr hatin belavkirin

Ji bo temamkirina kampanyaya ku li kantonên Reqa û Tebqayê ya di çarçoveya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin de, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê broşûr belav kirin.

Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo broşûr hatin belavkirin
Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo broşûr hatin belavkirin
Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo broşûr hatin belavkirin
Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo broşûr hatin belavkirin
21 îlon, 2025   15:00
HELEB

Di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, endamên Hîlala Zêrîn a Helebê broşûr li welatiyan belav kirin. Belavkirina broşûran dê 3 rojan dewam bike û bi daxuyaniyekê dest pê kir. Daxuyanî li sûka bajêr bi beşdarbûna sedan endamên tevgerê û nûnerên saziyên jin û sivîl hate dayîn. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Ronahî Henan daxuyanî xwend. Beşdaran di daxuyaniyê de posterên Rêber Abdullah Ocalan vekiribûn. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî zêdeyî 26’an ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, dewleta Tirk bi vê yekê dema yasayî ya ji bo “mafê hêviyê” derbas dike. Li gorî mafê hêviyê ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye dayîn, her girtiyek zêdeyî 20 salan di girtîgehê de dimîne, derfet jê re tê dayîn doza wî di ber çavan re were derbaskirin. Ev rêyên yasayî û mirovî pêşiya wî vedikin ku ji bo ji tecrîdê xilas bibe.  Paşguhkirina vî mafî bi xwe binpêkirina bi zanebûn a mafê mirovan e.

Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qutkirina ji cîhana derve di aliyê qanûnî û exlaqî de tu sedem jê re nîne  û wiha hate gotin: “Ev rewş xeta aştiyê têk dibe. Ev nerîna cezakirinê li şûna nerîna çareseriyê rêz dike.”

Di daxuyaniyê de nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a li ser jinê hate bibîrxistin û wiha hate domandin: “Rêber Abdullah Ocalan wekî hêzeke siyasî, rêxistinî û çandî li jinan dinêre. Di heman demê de wekî bingeha her guhertinek ber bi civaka adilane ku alavên diyarkirina aqûbetê dide jinan û gelan diyar dike. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê mijareke yasayî ye. Lê ev doza jinan a siyasî ye, bandorê li hebûna wê ya niha û siberojê dike. Li kêlek wê bandorê li siberoja rast a mafê gelan di rumet û nasnameyê de dike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne daxwazeke kesayetî ye, lê ew dozeke giştî ye û ji bo pêkanîna aştî û wekheviyê pêwîstiyek e. Bi azadiya Rêber Apo re mafê hemû gelan a pêkanîna çanda xwe û rê li ber jiyana azad tê vekirin.

Di dawiyê de hat diyarkirkin ku ne ji ber ku Rêber Apo dema yasayî ya ragirtinê derbas kiriye, lê ji ber ku xwedî projeya vegerandina jinan li cihê wê yê dîrokî yê rast e, jin daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin.

Piştî daxuyaniyê endamên Tevgera Hîlala Zêrîn li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd dest bi belavkirina broşûran kirin. Di naveroka broşûran de nêrîn û gotinên Rêber Abdullah Ocalan û beşek ji têkoşîna meşandiye tê de hatiye bicihkirin.

(dc)

ANHA